Rêxistina Sara: Em li dijî hişmendiya şer derkevin 2019-08-22 14:15:44   KOBANÊ - Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê di çarçoveya kampanyaya Rêxistina Kongreya Star de, li dijî şîdeta li ser jinê daxuyanî da.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Rêxistina Kongreya Star  ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" hatibû destpêkirin, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê li muzexaneya Kobanê li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan ji endamên Kongreya Star, Komîteya tendûristî, Aboriya Jinê, Weqfa Jinê û endamên şaredariyê amade bûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Rêveberiya Rêxistina Sara Şêrîn Mislim û Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Rêxistina Sara Newroz Ebdî ve hatin xwendin.    Daxuyanî wiha ye:"Di bin dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" em dibêjin ku şer di cîhanê de di destpêkê de bi dengê top û tifingan dest pê nake. Di destpêkê de di aqil, hişmendî û derûniyê de ye. Piştî zemînê wê hate avakirin derbasî şerê leşkerî dibe. Rê û rêbazê vî şerî çawa dibe bila bibe, lê di encamê de li pey xwe ji bilî talankirin û wêrankirinê tiştekî nahêle. Hem di derûniya mirovan de û him jî di cih û warên wan de xerabûnê ava dike. Ev şer û nakokiyên ku çêdibin ji dijwartirîn cureyên tundiyê ne. Yên ku li dijî hemû mirovahiyê ne, her wiha gelek ziyanan li pey xwe dihêle, weke kuştin, destdirêjî, revandin, koçberî, komkujî û bi hezaran mirov dibin qurbaniyên vê yekê, bi taybet jî jin, zarok û kesên temen mezin."   'Em li hemberî hişmendiya şeran bibin yek'   Ji ber vê yekê divê em li hember van karesetan û ji bo tedbîrgirtina li hember van bûyeran, em li pey şerên hovane neçin. Di şeran de wisa tê kirin ku weke werîsek ji du aliyan ve tê kişandin, her ku hat kişandin werîs sertir dibe. Ji bo ku em pêşî li xeterayan bigirin, divê em hemû rêxistinên mirovî bi hev re bibin yek û li hemberî hişmendiya şeran derkevin. Ji ber ku ew nakeve xizmeta mirovahiyê, tersî wê dibe rêbazekî ku tundiyê bi pêş dixe.   'Em aştî, hezkirin, wekhevî û aramiyê bijîn'   Lewma û li ser vê bingehê em weke Rêxistina Sara ya dijî tundiya li ser jinê banga me ji hemû rêxistin û dezgehên mirovahiyê re heye û em dibêjin: Zarok û jinan ji xeteriya şer biparêzin, ji wendabûn û belavbûnê biparêzin. Pêşeroja zarokên me di avabûnê de ye, ne di xerabûn, şer û kûştinê de ye. Em destên xwe bi hevdû din û li dijî kuştin û xerabûnê derkevin û bi aşîtî, hezkirin, wekhevî bijîn.