Sevdaya parêzer a îstîfa kir: Ev darbeyek li dijî îradeya jinê ye 2019-08-22 14:14:37   WAN - Ji parêzerên OHD'ê Sevda Aydin, ji bo bertek nîşanî qeyûman bide ji VASKÎ'yê îstîfa kir û got: "Êrîşa qeyûm ya destpêkê li dijî destkeftiyên jinan pêk hat. Ez wekî jinekê vê darbeya li dijî îradeya jinê qebûl nakim."   Piştî ku qeyûma tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Chît Ertan, Medenî Gur û Sevda Aydin ên ku li Karê Av û Serebê yê Wanê (VASKÎ) dixebitîn îstifa kirin.  Sevda ya ku sedema îstîfaya xwe ji ajansa me re wiha vegot: "Wekî jineke kurd û parêzereke ku demokrasiyê diparêze tayînkirina qeyûman ku darbeyeke li îradeya Gelê Kurde min nikaribû qebûl bikira û ji ber vê min îstîfa kir."   'Tayînkirina qeyûman dijhiqûqî ye'   Sevda anî ziman ku tayînkirina qeyûm li sê şaredariyan darbeya li dijî îradeya jinê, hebûna wê û demokrasiyê ye û wiha got: "Darbeya ku di bin navê pêkanînê de li îradeya gel hat xistin tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye. Ger ku wê ev biata kirin çima hilbijartin kirin."   Îcarata qeyûma a yekem êrîşa li dijî destkeftiyên jinê bû'   Sevda pêkanînên qeyûmên berê bi bîr xistin û wiha got: "Me hîna ji bîr nekiriye ku bi pereyê di berîka welatiyan de, çawa ji bo xwe çerez, şirînahî stendine û ji bo berjewendiyên xwe mesref kirine. Wekî serdema berê ya qeyûman dîsa qeyûm çawa hatin tayînkirin îcreata wan a yekem bû êrîşa li dijî destkeftiyên jinan û peragala hevserokatiye. Em vê êrîşa ku bi taybetî li dijî îradeya jinê pêk hatiye qebûl nakin û şermezar dikin."