Li Amedê li dijî qayyiman banga hevpar a têkoşînê hat kirin 2019-08-22 14:04:19   AMED-Di roja 4'emîn a protestoyên li dijî qayiman de li Amedê daxuyanî hat dayin û di daxuyaniyê de, li dijî qayyiman banga hevpar a têkoşînê hat kirin.   Bi biryara Wezareta Karê Hundur qayyim tayînî ser şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibûn kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî tayinkirina qayiman didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber AZC Plaza Semta Yenişer a Amedê li dijî tayinkirina qayiman daxuyanî da. Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn ji aliyê bi sedan polîsan û bi TOMA'yan hatin dorpêçkirin. Parlamenterên HDP'ê Musa Farisogullari, Dersim Dag, Remziye Tosun, Feleknas Uca û Dilşat Canbaz beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Kolana Liseyê bûn.  ‘İşgal mantığını reddediyoruz’   Di daxuyaniya ku li vir hat dayin de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy got ew her roj li dijî qayiman çalakiyan li dar dixin û got:"Em bi gelê xwe û bi hevşaredarên xwe qayiman şermezar dikin. Em mantixa dagirkeriyê qebûl nakin."   Hişyariya provakasyonê   Hişyar bertek nîşanî şewitandina wesayeta li Navçeya Kayapinarê da û got:"Em vê qebûl nakin. Ne siyaseta me ye ku em zirarê bidin malên gel. Ez bang li Amediyan dikim ku bertekek demokratîk nîşan bidin. Eleqeya me ji şewitandina wesayetê tune ye."   'Em ê li dijî êrîşan bisekinin'   Alîgirê Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û parlamenterê Hatayê Bariş Atay anî ziman ku ew ê tifaqa xwe ya bi HDP'ê re li her qadê bidomînin û got:"Em ê tifaqa xwe hem li meclîsê hem li kuçeyan li ba hevdu bidomînin. Em ê gavekê jî paş de neavêjin. Em ê li dijî êrîşan bisekinin."   'Em li îradeya xwe xwedî derkevin'   Serokê Giştî yê Partiya Kominist a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek got:"Qayyim li dijî îradeya gelê Kurd darbe ye. Em li dijî vê neheqiyê bên gel hevdu. Îradeya gel hedef tê girtin. Ez bang li partiyan kurdan û çar parçeyên Kurdistanê dibim ku hemû kes li îradeya xwe xwedî derkevin."   Piştî daxuyaniyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.