Li Wanê destûrê nadin HDP'î bimeşin 2019-08-22 13:51:20   WAN - Piştî Waliyê Wanê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk xwestin biçin Wanê. Lê polîsan li navçeya Tetwanê karwana wan rawestand û niha destûr nadin ku karwan biçe Wanê. Li Wanê jî girseya ku ji bo Temellî û Ozturk pêşwazîbike ketin rê, rastî astengiya polîsan tên.    Wezîrê Karên Hundir piştî qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li gel karwanekê ji Mêrdînê xwestin biçin Wanê. Karwana ku Temellî û Ozturk di navde ye li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan demek dirêj destûr neda ku karwana hevserokan derbas bibe û rawestandin. Sezaî, Berdan piştî nokteya ewil derbas kirin li nokteya duyemîn jî hatin rawestandin.    Li Wanê jî girseya ku xwest Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li Westanê pêşwazî bikin li ser rê ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hatin. Esker û polîs li ser rê girse rawestandine û destûr nadin girse derbas bibe.