Parêzeran careke din ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2019-08-22 12:13:27   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yereklî, Mazlûm Dîn ji bo ku biçin Îmraliyê û bi mûwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzer Newroz Ûysal û Rezan Sarican, piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7 Tebaxê de çibûn Îmraliyê û bi ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.