Parlamenterên li Hollandayê li dijî qeyûman pirsnameyek amade kirin 2019-08-22 11:14:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Hollandayî li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên Wan, Mêrdîn û Amedê ketin nava liv û tevgerê. Parlamenterên Hollandayî pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kirin.    Li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê parlamenterên Hollandayî ketin nava liv û tevgerê. Gelek parlamenter û partiyên siyasî pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kirin. Ji Partiya Sosyalîst Sadet Karabûlût, Partiya Demokrat a Xiristiyanan, Partiya Reformê ya Civakî, Partiya Keskan, Partiya Karker, Partiya Demokrat û PvdD pirsname amade kirin.    Di pirsnameya hevpar de wiha hat gotin:   * "Haya we jê heye ku li başûr rojhilatê Tirkiyeyê şaredarên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin careke din ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan tayîn hatin kirin?   * Hûn dikarin piştrast bikin ku ji sala 2016'an û vir ve nêzî 100 şaredarên HDP'î li Tirkiyeyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û li şûna wan hatiye tayînkirin? Eger ev ne rast be, hingî rastî çi ye?   * Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku dûrxistina ji wezîfeyê ya nûnerên mirovan êrîşeke tund e ku li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Hûn jî tevlî vê nêrînê dibin? Gelo mafên siyasî tên binpêkirin?   * Hûn amade ne ku girtina nûnerên gel ên hilbijartî bi rengekî eşkere şermezar bikin? Eger na, çima?   * Hollanda û Yekîtiya Ewropa ji bo hurmetê nîşanî pîvanên demokratîk bidin di nava hewldaneke çawa de ne?   * Pêkanîna van kiryarên antî-demokratîk wê di têkiliya bi Tirkiyeyê re encamên bi çi rengî biafirîne?"   Biryara çalakiya hevpar hat dayîn    Wekî din gelek sazî û rêxistinên li Hollandayê biryar wergirtin ku li dijî desteserkirina îrade û demokrasiyê çalakiya hevpar pêk bînin. Çalakî wê şemiyê di saet 15:00'an de li meydana Dam a li Amsterdamê pêk were. Çalakî ji aliyê HDP Hollanda, ODP Hollanda, DEM-NED, HTÎF, HTÎB, DÎDF, HAKDER, VEKSAV, ADHK û EMCEMO ku rêxistineke Berberiyên Fasî ye tê birêxistinkirin.