Koordînasyona TMMOB'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da 2019-08-21 17:03:34   MÊRDÎN - Koordînasyona  Bajar a TMMOB'ê ya Mêrdinê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku qeyûm li dijî demokratîkbûnê ye.    Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê têkildarî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Koordînasyona Bajar Derya Akyol, anî ziman ku tayînkirina qeyûman feraset û cewherê AKP’'ê yê demokrasiyê nîşan dide û wiha got: “Ev feraset xwe di ser vîna gel re xuya dike. Me di serdema darbeyan de ev pêkanîn dîtin. Ev yek berhemê feraseta rêveberiya faşizan e. Bi tayînkirina qeyûm mudaxaleyî mafê hilbijartin û bijartinê kirine. Ev yek di heman demê de li dijî mafê azadiya raman û îfadeyê ye. Li dijî mafên mirovan e. Hikûmeta AKP'ê carek din vîna gel nas nekiriye."     Derya, bang li hikûmetê kir ku dawî li van pêkaninên dijdemokratîk bînin û qeyûman paşve bikişînin.