Hiqûqnasan hemberî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin 2019-08-21 16:55:29   AMED - Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyên Amedê protesto kirin û gotin: "Hiqûq bûye amûra ku xizmetê ji desthilatdariya siyasî dike. Em jî careke din bi bîr dixînin ku divê hiqûq xizmetê ji demokrasî û edaletê re bike."   Çalakiyên şermezarkirinê ya tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi girseyî didomin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyên Amedê protesto kirin.     Di daxuyaniya hiqûqnasan de ev tişt hat gotin: "Feraseta ku îradeya gel xesp dike, ji aliyê din jî di ser malan de digirin. Ev ne cara pêşîn e. Di sala 2016’an de jî hema bibêje li hemû şaredariyên HDP’ê qeyyûm hatibûn tayînkirin. Lê gel di hilbijartina 31'ê adara 2019’an de li hemberî polîtîkayên tunekirinê çûn ser sindoqan û careke din îradeya xwe nîşan dan. Di şertên niha de mirov nikare bibêje ku ev dewleteke hiqûqê ye. Em hiqûqnas jî ji bo demokrasiyê dengê xwe bilind dikin."   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku bi êrîşên qeyyûman re saziya hevşaredariyê ya ku pêşiya tevlibûna jinan a siyasetê vedikir jî bûye hedef û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Bi qebûman re polîtîkayên ku pêşiya jinan vedike tê astengkirin. Ev hemû tişt diyar dikin ku hiqûq bûye amûra ku xizmetê ji desthilatdariya siyasî dike. Em jî careke din bi bîr dixînin ku divê hiqûq xizmetê ji demokrasî û edaletê re bike û careke din dubare dikin ku wê îradeya gel neyê xespkirin.”