Ji Leyla Gunven li dijî dorpêçê banga yekitiyê kir 2019-08-21 16:34:24   AMED - Bi sedan welatî bi armanca ku tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên HDP'ê şermezar bikin di bin dorpêçê de daxuyanî dan. Leyla Guven a ku tevli daxuyaniyê bû banga yekitiyê kir.    Bi biryara Wezareta Karê Hundirin Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê ji peywîrê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman ev 3 roj ni bênavber çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Îro Amed dîsa di nav çalakiyan de bû. Welatiyên ku xwestin biçin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin li Cadeya Lîseyê kom bûn. Her wiha parlamenter, hevşaredar, hevserok, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tevlî çalakiya welatiyan bû. Dîsa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colêmergê Leyla Guven tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de dirûşmên wekî "Tundî me bêzar nake", "Heq û hiqûq edalet dê bi HDP'ê bê", “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Amed a gel e" hatin berzkirin. Polîsan dora welatî û HDP'yiyan  dorpêç kir û nehiştin biçin li ber avahiya şaredariyê.   Parlamenterên HDP'ê û welatiyan ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Kolana Lîseyê hat gel hev û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axaftineke kir û da zanîn ku gelê kurd heta îro hemû mafên xwe bi berxwedan bi dest xistiye û wiha got: "Li dijî van polîtîkayên qirêj divê tifaqa kurdan bê pêşxistin." Guven bang li kurd kir û ev tişt anî ziman: "Her çiqas ji eniya Tirkiyeyê piştgirî bê jî muxatabê vî karî em kurd in. Vîna gel hatiye desteserkirin. Tayînkirina qeyûman darbeyeke. Li dijî vê yekê em ê bibêjin, her roj çalakî her roj berxwedan. Dê gelê kurd vîna xwe derxe holê."   Leyla banga yekitiyê li kurdan û gelên Tirkiyeyê kir û ji Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ev tişt got: "Werin em bi hev re bibin vîn."   Girseyê piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir.