Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir 2019-08-21 12:20:55   WAN - Piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peyvirê girt û li şûna wê Walî Mehmet Emin Bîlmez wekî qeyûm tayin kir, Qeyûm Bîlmez ewil meclîsa şaredariyê fesih kir.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'e tebaxê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvirê girtin û li şûna wan Waliyên Bajaran tayîn kirin. Li Şûna Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan Walî Mehmet Emîn Bîlmez wekî qeyûm tayin kir, Qeyûm Bîlmez ewil meclîsa şaredariyê fesih kir. Bilmez, nivîs ji meclîsa şaredariyê re şand û aşkere kir ku meclîs fesih kiriye. Meclîsa ku 71 endamê wê hebûn, 44 endamên meclîsê yên HDP'î û 27 endamên meclîsê jî yên AKP'î bûn.