Şêniyên Helebê li dijî êrîşên ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê herikîn qadan 2019-08-21 10:54:11   HELEB - Şêniyên li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê meşek girseyî li dar xistin.   Bi pêşentiya Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê di çarçoveya rêze çalakiyên xwe meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êrîşan a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê di bin dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkerî têk bibe" daketin qadan û nêrazîbûna xwe bi meşeke girseyî nîşan dan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn  dest pê kir û heta taxa Rojhilat dom kir. Di meşê de  pankertên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re, Na ji DAIŞ'ê re", "Destê xwe ji îradeya me bikşîne" û bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibû hilgirtin.    Piştî meşê li ser navê Komîteya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo axivî û wiha got: "Piştî tunekirina DAIŞ'ê êdî Erdogan li hember qadên me dest bi gefên dagirkeriyê kir. Li Bakurê Kurdistanê şaredariyên me desteser kir û bi dagirkeriya xwe dixwaze vîna gelê me binpê bike. Em jî li hember êrîşên tundiyê herdem ser piyanin. Em piştgiriya Gelê Bakurê Kurdistanê dikin."   Piştî axaftinan gel dirûşmeya "Bijî berxwedana Gelê Bakurê Kurdistanê" û "Bimre Îxanet" dawî li çalakiya xwe anîn.