Rojnamegerên çalakiyên li dijî qeyûm dişopandin hatin binçavkirin 2019-08-20 15:33:58   MÊRDÎN - Rojnamegerên ku çalakiyên li dijî qeyûman pêk hatin li Mêrdînê dişopandin, Rojda Aydin, Nurcan Yalçin, Halîme Parlak, Ahmet  Kanbal û Mehmet Şah Oruç, li Amedê jî Rojnameger Yelda Ozbek hatin binçavkirin.    Li Mrdînê girseya ku xwest qeyûmên tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin şermezar bikin bi êrîşa polîsan re rûbirû ma. Di encmaê de Rojnamegerên ku ji bo çalakiyên şermezarkirinê pêk tên li Mêrdînê bişopînin çûn Mêrdînê, Rojda Aydin, Nurcan Yalçin, Halîme Parlak, Ahmet  Kanbal û Mehmet Şah Oruç, li Amedê jî Rojnameger Yelda Ozbek hatin binçavkirin.    Li Mêrdînê 5 rojnameger hatin binçavkirin   Nûçegîhana me Rojda Aydin, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û Mehemet Şah Oruç, rojnameger Nurcan Yalçin û Halîme Parlak ên ku çalakî yên li Mêrdînê hatin lidarxistin dişopandin hatin binçavkirin. Li gel rojnamegerên ku hatin binçavkirin hat aşkerakirin ku gelek welatî jî hatin binçavkirin.    Piştî mudaxeleyê parlamenterên HDP'ê bi welatiyan re derbasî avahiya HDP'ê bûn. Dorpêça li avahiyê berdewam dike.    Li Amedê jî rojnamegerek hat binçavkirin   Li Amedê jî Yelda Ozbek a ku çalakiyên li dijî qeyûm dişopandin hat binçavkirin.