TJA: Em bêdeng namînin, natirsin û serî natewînin 2019-08-20 14:25:26   AMED - TJA'yê  tayînkirina qeyûmên ku avêtin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrîdnê şermezar kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ku avêtin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrîdnê da û wiha got: "Em van êrîşên li ser şaredariyên ku bi keda jinê hatine vê rojê û li ser pergala hevşaredartiyê ku destkeftiya jinan e şermezar dikin û banga piştevaniyê li hemû aliyê muxalîf û demokratîk dikin."   Berdewamiya daxuyaniya TJA'yê wiha ye: "Erîşên faşîzan yên îktîdara AKP -MHP'ê  18 sal in berdewam dikin. Qeyûm avêtine ser şaredariyên ku îradeya gel in û parlmenterên hatine hilbijartin kirin girtîgehan.    'Em tayînkirin Qeyûman nas nakin'   Îktîdara êrîşkar duh careke din bi qeyûmên ku avêtin ser Şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê re aşkera kir ku ew îradeya Gelê Kurd û ya jinan ji nedîtiî ve tê. Îktîdara AKP - MHP'ê pergala "hevserokatiyê" hedef girtiye û ji bo tayînkirina qeyûman wekî hincet nîşan daye. Girtina saziyên jinan û operasyonên qirkirinê yên li dijî jinan encama polîtîkayên dijmanane ên li hember jinê ne.  Em van êrîş û tayînkirina qeyûman nas nakin û bila bi dehan jinê û kedkarên ku hatin binçavkirin û siyasetmedar bên berdan. Em wekî TJA'yê bang li her kesên demokrasîxwaz, aştîxwaz  û jinan dikin ku piştevaniya me bikin. Em serî natewînin û bêdeng nabin. "