Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da 2019-08-20 13:58:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ji ber tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ew gelekî bi fikar in.   Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) nerazîbûneke tund nîşanî qeyûman da û diyar kir, pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya xwecihî. Serokê KONGRE'yê Anders Knape di daxuyaniya nivîskî de diyar kir, ji ber tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ew gelekî bi fikar in.   Anders, bal kişand ser fikarên heyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredarên hilbijartî yên bajarên Amed, Mêrdîn û Wan ku sê metropolên li başûr rojhilatê welat e. Ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Fikarên xwe yên giran der barê vê de nîşan didim. Şaredar di hilbijartina 31'ê adarê de hatin hilbijartin ku KONGRE'yê jî ew hilbijartin şopand. Ev pratîk birêveçûna demokrasiya xwecihî ya bi rengekî baş dixe nava fikaran."   Berdevk Maja Kocijancic jî bi navê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku desteserkirina şaredariyan zerarê dide demokrasiya xwecihî.