Li Mêrdînê welatiyan rê li trafîkê girt 2019-08-20 13:37:42   MÊRDÎN - Welatiyên ku HDP'yî jî di nava wan de hebûn li Mêrdînê dema xwestin ber bi şaredariyê ve bimeşin polîsan bi ava şid êrîşî wan kir. Welatiyan jî bi dirûşman bersîv da polîsan.    Welatiyên ku DHP'yî jî di nava wan de hebûn ji bo tevli daxuyaniya li dijî tayînkirin qeyûman bibin xwestin biçin ber şaredariyê. Welatiyên ku dest bi meşê kirin ji aliyê polsan ve hatin astengkirin û bi ava şid êrîşî wan hat kirin. Welatiyan rêya Qoser a bejahî li trafîkê girtin û li dijî polîsên ku êrîşê kirin dirûşmên "Tundî me bêzar nake" hatin berzkirin.   Li gel êrîşa polîsan ku di encamê de kesek birîndar bû bendemayîna welatiyên ku HDP'yî jî di nava wan de hebûn berdewam dike.