Li Mêrdînê astengî berdewam dikin: 3 kes hatin binçavkirin 2019-08-20 13:23:40   MÊRDÎN - Welatiyên ku ji bajar û navçeyan ji bo tevli daxuyaniya wê li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman a li ser Şaredriya Bajarê Mezin a Amedê, Wan û Mêrdînê bihata dayîn bibin xwestin bên Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û ketina wan a bajêr hat astengkirin. 3 kesên ku ji navçeya Mahsertê xwestin bên bajêr hatin binçavkirin.      Gelek welatiyên ku ji bo tevli daxuyaniya HDP'ê ya ku wê li Mêrdînê li dijî qeyûmên tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê bê dayîn bibin xwestin bên Mêrdînê hatin astengikirin. Gelek hevşaredar, enndamên meclisên şaredariyan û welatiyên HDP'yî ku xwestin bên mrêdînê li ketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.   Nahêlin ku kesek biçe Mêrdînê   Li gel astengkirina HDP'yîyan a Mêrdînê, polîsan qedexeya Walîtiyê wekî hincet nîşan dan û beşek ji kesên xwestin bikevin bajêr paşve şandin.    Heyeta ku ji Mahsertê ber bi Mêrdînê ve ket rê û di nav de Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn Ridvan Çelîk, Fatma Duran û Hasan Arikan hebûn hatin binçavkirin.  Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Mahsertê.    Li aliyekî din jî bendemayîna kesên li ber Şardariya Bajarê Mezin a Mêrdînê berdewam dike.