Bi sedan kes di têketina Mêrdînê de tên sekinandin 2019-08-20 11:10:18   MÊRDÎN - Bi sedan kesên ku ji bajarên Şirnex, Sêrt û Rihayê ji bo pişgiriyê bidin daxûyaniya ku li Mêrdînê pêk bê ketin rê, di têketina Mêrdînê de hatin sekinandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ku hat kirin,  îro li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyeke girseyî bide. Ji bajarên Şirnex, Sêrt û Rihayê bi minasebeta tevli daxuyaniyê bibin bi sedan kesî berê xwe dan Mêrdînê.    Ji navçeyên jî Mêrdînê bi sedan kesên ku berê xwedan Mêrdînê di têkena Mêrdînê de tên sekinandin. Her wiha ji bajarên Şirnex, Sêrt û Rihayê kesên ku hatin jî di têketina Mêrdînê de bi hinceta talîmata walî heye polîs nahêlin ku bikevin bajar.    Her wiha maşîneyên zirxî û polîsên ku ji duh ve li ber avahiya HDP'ê ne sekna wan hîn berdewam dike, polîsan anî ziman ku ew ê nehêlin  ji partiyê derbikevin.