Li Amedê li gel mudaxeleyan çalakî 2019-08-19 18:13:41   AMED - Bi sedan welatî li gel mudaxaleya polîsan dîsa li hemberî ji peywirgirtina hevşaredaran li kolanên Amedê bertekên xwe anîn ziman. Dê her şev saet di 20.00'an de çalakiya dengderxistinê bê lidarxistin û her wiha dê sibêhê saet di 11.00'an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bê dayîn.    Li Amedê bertekên li dijî jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm li şûna Hevşaredaran didomin. Di çalakiyên ku li tevahiya rojê li Kolana Lîseyê berdewam kirin de, ji ber mudaxaleya polîsan hin welatî birîndar bûn. Welatiyên ku li Kolana Liseyê bi israr çalakiya xwe domandin, cara 3'yemîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku 4 TOMA'yan bi hev re avê reşandin. Her wiha ji ber mudaxaleya polîsan camên gelek dikanan şikiyan.    Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Saliha Aydenîz jî li Kolana Lîseyê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Li ser vê yekê hin welatiyan pêşiya TOMA'yan girtin û nehiştin ku bi pêş ve biçin. Her wiha hinek welatiyan jî xwe li erdê dirêj kir û derbasbûna TOMA'yan asteng kir. Çalakgerên ku cara 4'an rastî mudaxaleya polîsên hatin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema mudaxaleyê de polîsan bi kulm û pihînan li hin welatiyan da. Welatiyên ku ji Kolana Lîseyê veqetiyan, çûn ber avahîya HDP'ê ya bajar.   Her wiha welatiyên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn ji hêla polîsan vê carek din hatin dorpêçkirin. Berdemayîna jin, ciwan û welatiyan li ber avahiyê berdewam dike. Welatiyan destnîşan kir ku îro bertek neyê nîşandan dibe ku sibêhê pir dirêng bibe û dê xwedî li vîna xwe derkevin.    Her wiha HDP'ê dê sibêhê di saet 11.00'an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlîbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberiyên partiyê yên herêmê ve  daxuyaniyek bê dayîn. Her wiha Hevserokê Giştî ya HDP'ê Sezaî Temellî jî dê tevlî daxuyaniyê bibe.    Her wiha HDP'ê di daxuyaniyê bang li welatiyan kir dê her şev di saet 20.00'an de çalakiya deng derxistinê bê li dar xistin.