Rojnameger Ziyan Karahan hat binçavkirin 2019-08-19 15:11:51   AMED - Polîsan Edîtora serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zîyan Karahan binçav kirin.    Wezîrê Karên Hundir, qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Pişti qeyûm tayînî şaredariyan kirin, polîsan li gelek bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonên serdegirtina malan de Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan li malê binçavkirin. Polîsan bi ser mala Ziyan de girtin û Ziyan li malê binçavkirin. Parêzerê çûn hevdîtina Ziyanê bi hinceta hêjmara kesên hatine binçavkirin zêde ye, destûr nedan ku bi Ziyanê re hevdîtin bikin.