Jinên Eyn Îsa: Em ê li hember dagirkeriyê bê deng nemînin 2019-08-19 14:48:47   EYN ÎSA - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star ya, bi dirûşma “Ax û rumeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” bi dehan ji jinên Deste û dazgehên rêveberiya xweseriya demokratîk îro li ber navenda Mala Jinê ya Navçeya Eyn Îsa bi daxuyaniya çapemeniyê piştevaniya xwe bi hemleyê re ragihandin.   Rêxstina Kongreya Star di 8`ê vê mehê de hemliya çalakiyan li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi dirûşma,  "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" da destpêkirin.  Bi armanca piştgirîdayîna hemleyê jinên rêveberiya xweser ya demokratîk li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî, bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe bi hemleyê re ragihandin.    Daxuyanî ji aliyê  endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Muhemed ve hat xweandin û wiha hat gotin: ""Em weke jinên Eyn Îsa û Girê Spî em piştevaniya xwe radigihînin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dewleta tirk xurt bikin. Em bi giştî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gef û êrîşên dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.   Em wek dayîk, zarok û xwîşkên şehîdan em îro li vir kom bûne ji bo neqebûlkirina ji gefên ku li ser herêmên me yên bi ewle tên kirin. Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan ku besa mirovahiyê dike îro rûyê xwe yê rast eşkere kir. Li gel Kuştin, dizî û guhertina demografiyê ku li Efrînê tê kirin hemû cîhan bêdeng e.  Em ê li ber xwe bidin û bila cîhan tev bibhîze ku em tu carî li hember dagirkeriyê bêdeng namînin. Em xwîna şehîdên xwe ji bîr nakin. Em e li ber xwe bidin, serkeftin nêz e."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.