KCD: Bi têkoşîneke hevpar dê demokrasiyê bi dest bixin 2019-08-19 13:45:35   AMED - KCD di daxuyaniya nivîskî de bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: "Bi têkoşîna hevpar em dikarin demokrasiyê bi dest bixin. Em bang li hemû kesan dikin ku bêdeng nemînin, bedengî tê wateya qebûlkirine."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê tayinkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarên ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD'ê nerazîbûn nîşanî qeyûman da û bang li raya giştî kir ku helwestê nîşan bidin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tayînkirina qeyûman li şaredariyan darbeyeke nû ya siyasî ye, helwesteke dijminane ye û wiha hat gotin: "Wezareta Karên Hundir navenda darbeyê ye, tetîkkêşê kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane. Ev desthilatdariyê û Wezareta Karên Hundir tehemûl nekirine ku karên nelirê yên dema bihurî ya qeyûman, rezîltiyên qeyûman ên li dijî çavkaniyên gel kirin eşkere bibin."   'Îradeya gel hat xespkirin'   Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku bi qasî serê derziyê meşrûtiyeta demokratîk a vê desthilatdariyê nemaye û daxuyanî wiha dom kir: "Xespkirina îradeya gel, tişta di sindoqan de bi dest nexistine dixwazin bi dek û dolab û şîddeta dewletê bi dest bixin, bûye tiştekî asayî ya tifaqa AKP û MHP’ê. Wê gelê me tu carî van tiştan qebûl neke. Wekî berê wê xwedî li îrade, nûnerên xwe yên hilbijartine û wê xwedî li partiya xwe derkeve."   'Têkoşîneke hevpar hewceye'   KCD di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: "Li hemberî vê desthilatdariyê bikaranîna rêyên demokratîk ên meşrû û mafekî destûra bingehîn û ya hiqûqa navneteweyî ye. Bi têkoşîna hevpar û bi biryar a hêzên demokrasiyê em dikarin demokrasiyê bi dest bixin. Em bang li hemû kesan dikin ên ku di 31’ê adarê û 23’ê hezîranê de dengê xwe dane û ji bo têkçûna tifaqa AKP û MHP’ê û ji bo serketina demokrasiyê xebitîne. Ev ne bi tenê kêşeya HDP û gelê Kurd e, ev kêşeya hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Bêdeng nemînin, bêdengî tê wateya qebûlkirine."