Li 29 bajaran operasyon: 418 kes hatin binçavkirin 2019-08-19 10:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku li 29 bajaran operasyon pek hatiye û di encamê de 418 kes hatine binçavkirin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girtin, polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin. Wezareta Karê Hundir, bi daxuyaniyek diyar kir ku li 29 bajaran operasyon pêk hatiye û di encama operasyonê de heta niha 418 kes hatine binçavkirin. Her wiha wezaretê destnîşan kir ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde be jî.