'Operasyon tê wateya israrkirina di şer de' 2019-08-19 10:03:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Salîha Aydenîz, bertek nîşanî operasyonên siyasî ya li hemberî şaredariyên HDP'ê pêk hatî nîşan da û diyar kirin ku operasyon tê wateya israra domandina şer.   Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirgê girtin, polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin. Polîsan gelek endam, rêveber û endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î binçav kirin. Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan û Salîha Aydenîz bertek nîşanî operasyanê dan.    Parlamentera HDP'a Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku îro carek din darbeyeke sivîl pêk hat û wiha got: "Vîna gel carek din hat xespkirin. Demokrasiyê xistin binpêyê xwe. Hemû tişt bi daxwaza yek mirovî pêk tê. Tayînkirina qeyûman tu carî nayê qebûlkirin. Dewleta ku bi hiqûq û demokrasiyê tê birêvebirin divê vîna gel qebûl bike."   Parlamentera Amedê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser serdegirtina malan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi sala ne operasyonên siyasî didomin. Ev tişt tê wateya israrkirina şer e. Çend operasyon li hemberî kurdan pêk hatibê jî di rastiya xwe li hemberî demokrasiya Tirkiyeyê pêk hatiye. Mirov dibîne ku hêzên tarî yên wî dewletê carek din li ser kar in. Li hemberî kesên ku demokrasiyê daxwaz dikin darbe pêk hatiye. Li dijî darbeyê tekanê rê têkoşîn e."