Li bajarê Qamişloyê agir bi kargeha sînger ket 2019-08-18 16:00:33   QAMIŞLO - Li Qamişloyê agir bi kargeha sînger ket û li kargehê zerara madî pêk hat.    Di saetên nîvro de Taxa Xerîbiyê ya Kantona Qamişloyê agir bi kargeh sînger ket. Agir ji ber çirûska ku ji hesin firiya bi kargehê ket û li kargehê û derdora wê zerareke mezin a madî pêk hat.    Bi dehan karmendên Agirkujê, endamên Asayişa Bajêr û Hêza Hawarê bi alîkariya niştecihên li bajêr agir vemirandin.