'Heq, hiqûq û edalet ji bo her kesî lazim e' 2019-08-17 15:32:52   AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe îro jî li avahiyên ÎHD'ê berdewam kirin.    Xizmên windayan bi boneya "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Amed û Êlihê çalakiya xwe li dar xistin. Li Amedê aqûbeta Keya Mehmet Gunkan û li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Emîn Çelîk hat pirsin.   Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê yên Amedê bi boneya "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 549’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji ber ku Walîtiyê Parka Koşuyolu qedexe kiriye, malbat çalakiyên xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan dîsa pankartên ku wêneyên zarokên wan li ser heye û "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" nivîsandibûn vekirin û wêneyên windayan hembêz kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan axivî û wiha got: "Çalakiya me ya li Parka Koşuyolu ji aliyê Walitiya Amedê ve 50 hefte ye hatiye qedexekirin. Lê em dîsa têkoşîna heqiqetê berdewam dikin û em ê berdewam bikin. Di salên 90’î de mirov hatin windakirin. Lê hikûmetên piştî wê soz dan ku windayan bibînin. Li şuna windayan bibînin polîtikayên berê bi bêcezakirinê berdewam dikin. Heq, hiqûq û edalet ji bo her kesî lazim e. Dayik dibêjin bila kes neyên kuştin. Divê hûn guh bidin dengê dayikan. Ne şer bila aştî li ser vê axê pêş bikeve. Em carek din dibêjin emê bibin dengê dayikan."    Adnan, piştre çîroka Keya Mehmet Gunkan ê di sala 1994'an de li Gundê Horselê yê Navçeya Hênê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin xwend.    Li Êlihê aqûbeta windayan hat pirsin   Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Şaxa ÎHD'ê di hefteya 455'an de kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan li vir jî pankarta ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner, diyar kir ku heta aqûbeta windayan diyar bibe û hesap bê pirsîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Mehmet Zekî, anî ziman ku  455 hefte ne bi israr aqûbata windayan dipirsîn û heta bigêjin heqîqetê wê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Mehmet Zekî, piştre çîroka Mehmet Emîn Çelîk ê di 28'ê tebaxa 1994'an de li Kozluk a Êlihê hat kuştin pirsî.