Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn 2019-08-17 15:15:47   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 751'emîn a çalakiya xwe de bêyî ku guh bidin baranê kom bûn û li aqûbeta Mehmet Ertak ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.  Dayikên Şemiyê diyar kirin ku Mehmet Ertek berî bi 27 salan hat windakirin ev tişt gotin; "Em dest ji têkoşîna ji bo lêgerîna Mehmet Ertak bernadin."    Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 751’emîn de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan Dayikan li kolana pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Li kolana ku polîsan dorpêç kir Dayikên Şemiyê, tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin û bi qurnefîlên di destê xwe de wêneyên windayan hilgirtin.  Çalakiya ku hat lidarxistin ji aliyê parlamenterên Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Musa Farîsoglullarî û parlamenterê CHP'ê Sezaî Tarikuluve jî piştgîrî jê re hat dayîn.    Vê hefteyê di çalakiyê de dayikan aqûbeta Mehmet Ertak ê  32 salî bavê 4 zarokan ku di 20'ê Tebaxa 1992'yan de di binê çavan de hat windakirin pirsîn.    Henîfe Yildiz bertek nîşanî polîsan da   Beriya daxuyaniyê dayika Murat Yildiz ku di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz, bertek nîşanî polîsên ku kolan dorpêç kirin dan û wiha got: "Êdî bes e. Wê em kirin vê kolana teng û li vir jî heta ji destê we tê hûn cihê me teng dikin. Biçin paş."   Daxuyaniya ku vê hefteyê di binê baranê de hat dayîn ji aliyê Endama Komîsyona li Dijî Windahiyên di Binê Çavn de ya ÎHD'a Stenbolê Sebra Arcan ve hat xwendin.    Eqûbeta Mehmet Ertak hat pirsîn   Sebra diyar kir ku Mehmet Ertak ê 32 salî û bavê 4 zarokan li gundê Rezuk ê Şirnexê dijiya  û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Mehmet li herêmê di kaneke madenê de dixebitî, berê jî 2 caran hatibû binçavkirin û piştî îşkenceya giran hatibû berdan. Di 20 Tebaxa 1992'yan de, bi 3 xizmên xwe yên ku li heman kargehê dixebitîn re ji bo biçe malê derket rê. Wesayita ku siwarê wê bûn ji aliyê polîsên fermî ve hat rawestandin. Piştî kontrola nasnameyê Mehmet Ertak gitin bin çavan û birin Mudriyeta Emniyetê ya Şirnexê."   Serlêdan bê encam man   Sebra diyar kir ku Mehmet bi 3 xizmên xwe re hat binçavkirin, 6 kesî jî diyar kir ku bûne şahidê îşkencekirina Mehemet û ev tişt got: "Bav Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê da. Şhidan tiştê dîtin ji dozgeriyê re vegotin. Bûyer bi pêşnûmepirsê birin meclisê. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man û binçavkirina Mehmet Ertak hat derevandin.  Personelê Jîtemê Murat Îpek ku bi fermana Mudurê Emniyetê wekî personelê lêpirsînê  wê demê dixebitî di îtîrafa xwe ya 1997'an de diyar kir ku wan ' Mehmeta Ertak bi fermana Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Altuntaş û Mudrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re  Mehmet Kaplan kutine û defin kirine.'  Herwiha heman kesî diyar kir ku hemû înfaz bi agahiya Waliyê OHAL'ê Unal Erkan ê wê demê hatine kirin."   Sebra di axafitna xwe de diyar kir ku ew careke din dibêjin ji kuştina Mehmeta Ertak Mudurê Emniyetê yê Şirnexê Necatî Atuntaş, Mudurê Têkolîna bi Terorê re Mehmet Kaplan, Fermandarê Tugaya Şirnexê Mete Sayar û waliyê OHAL'ê Unal Erkan berpirsiyar in.    'Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin'   Sebra diyar kir ku ew dest ji têkoşîna xwe ya ji bo lêgerîna Mehmet berndin û wiha got: "Çend sal derbas dibin bila derbas bin heta ku kujerên Mehmeta Ertak neyên darizandin em dest ji têkoşîna xwe bernadin."   'Wê heqîqet rojekê li we vegere'   Piştre parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanri kulu mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Parêzerê Mehmet Ertak Tahîr Elçî serî DMME'yê dabû. Dosya ji aliyê DMME'yê ve li Edliyeya Enqereyê li salona daneşînê hatibû vegerandin. Tahîr bi gûmana ku dibe bê binçavkirin belgeya herî girîng a vê dosyayê li binderiyê hesinî yê biroya xwe veşartibû. Lê mînakeke din a vê belgeyê piştre ji dosyaya dozger hatibû derxistin. Lê carekê dema ku Tahîr li vê dosyayê dinêre wê belgeyê dibîne. Mînaka wê digire û vedişêre. Tahîr Elçî ji fermandarê leşkerî yê îmzeya wî li binê belgeyê hebû dipirse dibêje 'ev belge aîdê te ye an na?'  Fermandar matmayî dimîne û dibêje 'te ji ku anî? me ev belge derxistibû ji dosyayê'. Wê demê peywirdar derdixin derve. Ji ber wê divê heqîqet neyê veşartin wê rojekê li we vegere."