Malbatên girtiyan: Li girtîgehan îşkence heye 2019-08-17 09:03:49   WAN - Malbatên girtiyan balkişandin ser şîdeta di demên dawî de li girtîgehan zêde bûye û diyar kirin ku li girtîgehan îşkence heye, bang li wezaretan kirin ku di vê mijarê de bikevin di nav tevgerê de.   Li girtîgehan binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan roj bi roj zêde dibe. Mijarên sereke ya rojeva Tirkiyeyê ye. Girtiyan binpêkirinên mafan yên pê re tên rû hev, bi telefonê ji malbatên xwe re ragîhandin û diyar dikin ku zext di demên dawî de zêde bûne. Xizmên girtiyan jî li dijî binpêkirinên mafan yên li ser zarokên wan, bang li wezaretan kirin ku demildest bikevin di nav tevgerê de.   ‘Girtiyên jimartina li ser piyan red dikin, tên derbkirin’   Hat hînbûn ku di demên dawî de li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê jî zextên li ser girtiyan zêde bûne. Xeme Aydin ya li Wanê dijî, da zanîn ku kurê wê Rojhat Aydin yê li girtîgeha Tokatê dimîne, di hevdîtina telefonê de diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê zextên li ser girtiyan zêde kiriye. Her wiha Rojhat destnîşan kiriye gardiyan jimartina li ser piyan li girtiyan red dikin, girtiyên vê red dikin jî tên derbkirin.”   ‘Bila dest ji îşkencê berdin’   Xeme bi lêv kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê wê hene û wiha got: “Tiliyek kurê min tune. Di çavên wî de parçeyê şarapnelê hene. Di dîtinê de pirsgirêkan dijî. Di meşê de pirsgirêkan dijî. Bila îdara girtîgehê dest ji îşkencê berde. Ji xwe li girtîgehê azadî tune. Kurê min bi muebeta giran tê darizandin. Bi vê îşkencê wê çi bikeve destê wan.”   ‘Yekane sûcê zarokên me jiyanek bi rûmet e’   Xeme wiha dawî lê anî: “Kurê min bi kîlometreyan ji me dur e, ji 18 salî de ye ji malbatê dûr e. Ev şer 40 sal in didome. Em dayik aştiyê diwazin. Kurê min ciwantiya xwe nejiya. Emrê wî di nav çar dîwaran de derbas dibe. Emrê wî çû. Ez dayikek im. Şer her tiştê me bir. Yekane sûcê me Kurd bûn bû. Daxwazkirina jiyanek bi rûmet bû. Em nikarin xwe bigihînin zarokên xwe. Êdî bes e. Bila ev zilm bidawî be, zarokên me azad bijîn.”   ‘Îşkence li ber çavan bû’   Medenî Kiye ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê girtiye, di 4’ê tebaxê de gardiyan bi ser koxuşê de digirin û du saetan Medenî Kiye derb dikin, di encama vê de bi giranî birîndar dibe. Medenî ku ji ser hişê xwe diçe, ranakin nexweşxaneyê jî. Malbata Medenî îro ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê. Malbatê piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku îşkence bi awayekî aşkera li ber çavan hatiye kirin û wiha gotin: “Dema hat kabîna hevdîtinê em girtin odeyek din. Ji me re got ‘li vir ewlehiya canê me tune’. Em wek malbata wî daxwaz dikin ku wezaret bikevin tevgerê. Li girtîgehan îşkence heye. Em wek malbata wî li dijî dîmena ku me dîtiye, nizanin çi vebêjin.”