ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-17 09:00:00   * E.M.E. wekî bi hezaran jinên li Efrînê dijîn ji ber hovîtiya çeteyan berê xwe da Helebê. E.M.E., li gel hovîtiyê dîsa hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekir û dixwaze berpirs hesab bidin. BI DÎMEN   * Malbatan bertek nîşanê hilweşandina gorên li Goristana Sîsê ya Licê dan û diyar kirin ku tiştên hatine kirin ne mirovahiye û wiha gotin: “Ger hewce be em ê parçe bi parçe kom bikin û gorên zarokên xwe terk nakin. Em ê gorên zarokên xwe bêxwedî nehêlin." BI DÎMEN   * Malbatên girtiyan balkişandin ser şîdeta di demên dawî de li girtîgehan zêde bûye û diyar kirin ku li girtîgehan îşkence heye, bang li wezaretan kirin ku di vê mijarê de bikevin di nav tevgerê de.   * Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun, da zanîn ku hem krîza siyasî û hem jî ya kapîtalîst ya desthilatdariyê êrîşên li hemberê xwezayê sîstematîk dike û got: “Li Kurdistanê bi alavên şer şewat derxisin û bi vê jî herêmê bê mirov dihêlin û dewrê şîrketan dikin. Li Rojava jî raste rast ji şîrketên maden û turîzmê re tê vekirin.