Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç hat berdan 2019-08-16 11:30:07   ŞIRNEX - Hevseroka navçeya Cizîrê ya HDP'ê Guler Tunç, bi "şertê kontrola edlî" serbest hat berdan.   Hevseroka navçeya Cizîra Şirnexê ya HDP'ê Guler Tunç ku duh êvarê di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin serbest hat berdan.    Guler a ku bi hinceta divê li dozgeriyê îfadê bide hat binçavkirin, piştî îfadeya wê hat girtin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya Sulh Ceza ya Nobedar hat kirin. Hat ragihandin ku parvekirinên Guler ên li ser medya civakî jî bûne mijara sûc.    Guler a ku li Dadgeriya Sulh Ceza ya Nobedar îfadeya wê hat girtin, bi "şertê kontrola edlî" hat berdan.    Hat ragihandin ku kesên din ên li Şirnexê hatin binçavkirin karê wan li emniyetê berdewam dike.