Li 3 bajaran serdegirtina malan 2019-08-15 12:24:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnex û Îzmîrê endamên meclisên şaredariyên HDP'ê jî di nav de 27 kes hatin binçavkirin. Li Nisêbînê polîsan deriyê malekê bi guleyan vekir.   Binçavkirinên û êrîşên li dijî HDP'ê li sê bajaran berdewam kirin. Li navçeyên Mêrdînê Qoser, Nisêbîn û Stewerê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hat gitin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin alavên malan belav kirin û gelek kes jî binçav kirin.  Li Stewrê Endamê HDP'ê  Hatîp Oncu û bavê wî Ferhat Oncu hatin binçavkirin. Li Qoserê jî endamên HDP'ê  Hamza Agirman, Abdulkadîr Tatli û Faysal Taş hatin binçavkirin. Herwiha li Nisêbînê jî endamên meclisa Şaredariyê Zeynep Sevluş û Erhan Mutlu hatin binçavkirin. Di serdegitina li mala Erhan Mutlu de polîsan derî bi guleyê vekir. Polîsên ku bi çekê derî şikandin û ketin malê di dema lêgerînê de hemû alavên malê belav kirin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.    Li Şirnexê binçavkirin   Polisan li Şirnexê jî bi ser malan de girtin û 2 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Li navçeya Hezexê jî polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Eraslan û Vahap Ozel, Îdîl Yalçin û Hatice Kaya binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şirnexê.     Li Îzmîrê jî serdegitina malan   Polîsan li Îzmîrê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de di navde Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Narlidere Mehmet Gul jî heye 13 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha nin: "Hevserokê HDP'ê yê Narlidere Mehmet Gul, Denîz Yilmaz, Şevket Topkaya, Ozcan Ertan û Yasin Dalbudak