ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-15 09:00:00   *Hemleya ku bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" hat destpêkirin bi çalakiyan didomin. Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Xezîne diyar kir ku li dijî dagirkeriyê dê berxwedana xwe bidomin. BI DÎMEN   * Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bal kişand ser pêngava çalakiyan a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" û got: "Gef ne tenê li ser gelê herêmê ye li ser tevahî jin û cîhanê ye. Em bang li yekîtiya jinan dikin ku ji bo azadiyê em bi hev re têbikoşin û şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin." BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku mutabakata di navbera DYA û Tirkiyeyê de hatiye kirin beramberê wê tune û mutabakata ku Kurd tê de tune ne raste û wiha got: “Ger pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiya neyê çareserkirin û mêjiyê dewletê neguhere wê tehdîda şer her tim xwe biparêze.”   *iyan Ay ya ku dema pevçûnên Nisêbînê de hat binçavkirin û girtin, ji dosya xala 302’emîn dihat darizandin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Ji dosya hat tefrîkkirin jî dîsa der barê Jiyanê de heman ceza hatibû xwestin û runiştina biryarê ya dozê wê di meha îlonê de bê dîtin.   *Parêzer Gulîzar Tuncel diyar kir ku li ser daxwaza tahliyeyê ya kesên li DGM’ê dihatin darizandin, bi sedan gumanbarên Hîzbullahê hatine tahliyekirin û daxwaza girtiyên siyasî nehatiye qebûlkirin. Gulîzarê wiha got: “Hiqûqa serdestan li gorî berjewendiyên wan tevdigere. Lê ya di vir de dijhiqûqiyek aşkera ye. Bi taybet divê baroyên Kurdistanê li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”BI DÎMEN