Ciwanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Dê berxwedan bi ser keve 2019-08-14 09:09:58   GIRÊ SPÎ - Bi sedan ciwanên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmaya "Em dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê red dikin û herêma ewle qebûl nakin" meşeke meşaleyî li dar xistin.    Bi sedan ciwanên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmaya "Em dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê red dikin û herêma ewle qebûl nakin" duh şev meşeke meşaleyî hat lidarxistin. Di heman demê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê re" û "Em her kesê ku hewl didin Sûriyeyê parçe bikin red dikin" her wiha di meşê de alên ciwanên şoreşger jî hatin hildan. Meş ji taxa Eyîn Erûs heya konê mertalê zindî yên li ser sînor di navbera Kantona Girê Sipî û bajarê Akçakale ya di sînora tirkan de hatiye vedan meşiyan û wê ciwan heya sibê bi çalakvanên mertalên zindî re di nav çalakiyê de bin.     Piştî meşê li ser navê En dama Rêveberiya Kongreya Star ya Kantona Girê Sipî Hêvî Îsmaîl axivî û wiha got: "Di serî de em bi xêrhatina ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî û hemû kesên ku beşdarî meşê bûne dikin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî jî bi serbikevin. Em jî vê sozê li vir dûbare dikin û dibêjin ku wê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê bi hêza ciwantî û berxwedana gelê herêmê bi serbikeve. Em ji hêza ciwan û gelê herêmê bawerin ku wê berxwedan bi serbikeve.”   Piştî bi dawîbûna axaftinan ciwanên Şoreşger bi çalakvanan re dest bi nobedariya sînor kirin.