Ceriband û bi ser ket: Bi Triple doubleyê navê di dîrokê de nivîsand 2019-08-13 10:48:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Simone Biles a ku karê jimnastikê dike di şampiyontiya jimnastikê de bi kirina triple double navê xwe di dîrokê de nivîsand.    Simone Biles a ji ABD ku karê jimnastikê dike di şampiyontiya jimnastikê ya li Missouri ya ABD'ê hat lidarxistin de bi kirina triple double navê xwe di dîrokê de nivîsand. Simone bi tevgera xwe di dîrokê de navê xwe wekî jina yekem a ku di vê qadê de bi ser ketiye da nivîsandin.    Simoneya 22 salî ya ciwan madalyaya xwe ya neteweyî girt.