ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-13 09:00:08   *Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xedîca Ibrahîm di derbarê mijara DAIŞ'ê yaz darizandinê de got:"Divê sûcdarên komkujiyan û şer werin darizandin. Dewletên ku dixwazin DAÎŞ dîsa zindî bibe naxwazin DAÎŞ'î bên darizandin. Divê hemû cîhan ji bo darizandina DAÎŞ'ê bibe yek."DÎMEN HEYE   * Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu, diyar kir ku penaberên ji bo bên dersînorkirin li navenda şûndeşandinê tên sekinandin rastî lêdan û îşkenceyê hatine û diyar kir şûnde vegerandin ne çareserî ye û got wê dema pêş de pêşniyara Wezareta Penaberan bikin.   *Li şaredariya Şemrexê di hefteyên borî de endamê meclîsa AKP’ê Hîkmet Erdîn bi çekê ket civîna meslîsê û hevşaredar û endamên meclîsê tehdîd kir. Der barê Hîkmet Erdîn de serlêdana sûc hat kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Hamarat da zanîn ku ji bo endamtiya wî ya meclîsê bê xistin nivîs ji qeymeqamtiyê re şandine û wiha got: “Em cara ewil van êrîşan nabînin. Em serî natewînin heta dawî em ê têbikoşin.”DÎMEN HEYE   *Şaredariya Yenîşehîrê bi dirûşma ‘çanda me mala me ye’ projeya pirtûkxaneyê ket jiyanê. Hevşardar Belgîn Dîken ji bo piştgiriya projeyê bang li welatî, nivîskar, weşanxane û pirtûkxaneyan kir û got: “Hûn dikarin ji bo pirtûkxaneyên me bexşa xwe ji bo şaredariya Yenîşehîrê bikin.”DÎMEN HEYE