TJA û HDP'ê cejna gel pîroz kirin 2019-08-13 08:32:50   AMED-TJA û HDP'ê li Parka Koşuyoluyê cejna gel pîroz kirin. Piştî pîrozkirina cejnê bi stranan govend hat gerandin.    Di çarçoveya Çalakiyên li Derve yên Parka Koşuyoluyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê organîze dike, do di saetên bi şev de TJA û HDP'ê li Parka Koşuyoluyê cejna gel pîroz kirin. Piştî pîrozkirina cejnê bi stranan govend hat gerandin. Di çalakiyê de Hunermend Azad Bedran derket ser dikê. Berî çalakiyê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy axivî û cejna hemû kesî pîroz kir.    'Pêdiviya hemû kesî heye ku bêhnek rehet bistînin'   Hişyar da zanîn ku Parka Koşuyolu demek dirêj di bin dorpêçê de maya û wiha got:"Di 3 salê dawî de li vî bajarî bûyerên gelek dijwar hatin jiyîn. Cejin bi awayekî bi kêf û bi coş nehat pîrozkirin. Hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn di nava xwînê de digevize. Di serdemek ku gelên li Sûriyeyê dixwazin aştî pêk were tanq li sînoran hatiye bicihkirin. Hemû kes dixwaze di nava aştiyê de cejna xwe pîroz bike."   Piştî axaftinê Hunermend Azad Bedran derket ser dikê û sitranên xwe got. Tevî sitranên ku hatin gotin gel govend gerand.