Li zindana Maraşê girtiyê 62 salî hat îşkencekirin 2019-08-12 09:12:18   Rengin Azizoğlu   AMED - Girtiyê bi navê Nîmet Deyiş ê 27 sal e di girtîgehê de ku temenê wî 62 ye, ji aliyê berpirsyarên zindanê ve rastî şidetê hat. Sultan Daniş got; “Girtîyên siyasî ên ku tînin zindanê teqez di îşkenceyê re derbaz dikin.”   Girtîyê bi navê Nîmet Deyiş (62) ê 27 sale di grtîgehê de piştî 10 zindan veguhert şandin zindana bi navê “Turk Oglu” ya Mereşê. Nîmet ji ber sedema ku di lêgerînê de cil û bergê xwe dernexistiye rastî îşkence û şidetê hat. Nimet ji ser û milên xwe zerarên giran girt.Di heman demê de cezayê hucreyê danê. Hevsera Nîmet, Sultan Deyiş ji ajansa me re axivî û got; “ Ez li bende bûm ku ew ji ber temen û nexweşiyên xwe were berdan lê şandin zindanek nû. Di ketina zindanê de hemû alavên wî jê girtin û lêxistine. Di hevpeyvîna bi telefonê de ji min re got kesê ku were vê zindanê teqez di îşkenceyê re derbaz dibe.”   ‘Serî netewandina wî bû hêcet ku lê bixin’   Sultan û hevserê xwe beriya 27 salan li ser hêcetên keyfî hatin binçav kirin. Nîmet hemû sûcên ku jê re tê gotin li ser xwe qebûl dike da ku hevsera wê Sultan were berdan. Ji bo 7 zarokên wan bê xwedî nemine neçar ma ku bigire ser xwe. Sultanê bal kişand ser pêvajoya girtîgehê û wiha got; “ Di her veguhertina girtîgehekê de em mesrefa wê didin. Heya niha 10 girtîgeh veguherandin. Herî dawî anîn girtîgeha Mereşê. Bi anînê re wan di lêgerînek tazî de derbaz kirin. Cil û berg, pirtûk û alavên wan tev ji wan sitandin. Xwestin ku Nîmet ji bo lêgerînê cil û bergên xwe derxe. Lê wî cilên xwe dernexist û ev yek qebûl nekir. Serî netewandina Nîmet bû hêcet ku berpirsyarên zindanê îşkenceyên giran li ser bidin pêk anîn, bi wê re ew ji mil û serê xwe birîndar bû. Piştre ew  xistibûn hucreya yek kesî. Ji bo ku ew teslîm bibin tu cure îşkence nema ku bi ser nedan kirin. Ev ji roja yekem heya niha berdewam dike.”   ‘Xwest ez dengê wê bigihînim her kesî’   Sultan diyar kir ku Nîmet dixwaze ew dengê wî bigihîne her kesî û wiha axaftina xwe berdewam kir; “ Di pêvajoya 27 salî de rehetî bi canê me neketiye. Ji ber ku Nîmet nexweşiya qirikê, têkçuna gurçîkê û feqerat pê re heye. Tevî van nexweşiyan û temenê wî yê mezin rastî şidetên giran hat. Di hevpeyvîna bi telefonê re wî ji min re got dengê min bigihîne herkesî. Em bi qasî 22 kes di heman cihî de dimînin, em tevahî rastî van îşkenceyan tên. Li vir qet baş nêz me nabin. Em di şert û mercên giran re derbaz dibin. Divê ku Mafê Mirovan werin lêgerînekê li zindanê bikin. Biçe ji parêzer, cihên rayedar, Komeleya Parastina Mafê Mirovan û heya ku bikaribî xwe bigihîne parlementeran. Sultan diyar kir ku ew wê ne tenê ji bo hevsera xwe ji bo hemû girtiyan têbikoşe. Mixabin ji ber ku ez ji van karên zêde nizanim dest û piyê min tê girêdan. Lê heya ku ji min tê ez ê berxwedana wî bidim.”   ‘Ez van nêzîkatiyan şermezar dikim’   Sultan got ez van nêzîkatiya wan a li hember girtiyan şermezar dikim û Sultan îsyana xwe wiha bi lêv kir; “ Hevserê min jiyana xwe di nava çar dîwaran de derbaz kir. Îşkenceya herî zor ji xwe bi vî awayî jiya. Ma bes nîn bû ku şidet û îşkenceyê li ser didin pêk anîn. Min hêvî dikir ku wê wî berdin lê li dijî wê li zindanek zalim bicih kirin ku li temen nanêrin. Bi sedan kesên weke wî hene, divê mirovên bi temen di zindanan de nehêlin. Me li İHD’yê û rayedaran re xeber da lê hîna parêzer neşandine, ew jî li me temaşe nakin. Divê ew bi parêzeran re çûban li rewşa wan temaşe bikiriba. Lê mixabin, êdî baweriya me bi tu kesî jî nema. Em dikin qêrîn û weke ku tenê ev ji destê me tê dirawestin.”   ‘Ji ber Nîmet em tev di bin gefan de ne’   Keça Nîmet a ku bi navê Ferîhe Degiş jî bi hêceta ku ew tevlî çalakiyan bûye hate binçavkirin û şandin  girtîgeha tîpa T ya Amedê. Ew cara 2’yem e ku hatiye girtin. Di cara yekem bi kefaletek qasî 10 milyarî hate berdan, cara 2' yem jî 9 sal hukum hat dayîn û niha ketiye 2 sal û jê re pereyê kefaletê xwestin. Li ser vê yekê Sultanê wiha dewam kir:"Ev serpêhatiyan tev berdewamiya girtina hevserê min in.  Ji ber Nîmet em tev di bin gefan de ne. Ew ji bo me bigirin li hêcetan diğerin êdî. Lê belê tevî hemû êrîşan em li ser piyan disekinin."   ‘Mirov nikarin ewqas bê wicdan bibin’   Kurê Nîmet bal kişand li ser rewşa girtîgehê û wiha got; “Min li ser zindanê lêkolîn kir ku li wir girtî ji xwarinê ketine û mîna van berpirsyariyan bi dehan mesele hene. Dewlet van yekan qet nayîne ziman. Ger ku bavê me neyê berdan jî em daxwaz dikin ku ew ji wê girtîgehê were derxistin. Ez jî di girtîgehê de mame. Tenê dîwar dikare te birizîne. Îşkence û ew dîwar ji bo kalekî wê qet ne baş be. Çima ewqas zilim dikin?”