ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-12 09:00:09   *Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat di derbarê gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir. Lînayê got: "Em pişta xwe nadin tu hêz û dewletan. Ew hêza me heye ku em xwe biparêzin. Em nalêhin kesek bihustek axa me dagir bike." DÎMEN HEYE   *Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Şabo derbarê êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojhilat û Bakure Sûriyeyê de diyar kir ku ew ê li dijî hemû êrîşan her di nava berxwedanê de bin û wiha got:"Dîroka dewleta Tirk bi qirkirin, dagirkerî û kuştinê tê naskirin. Dîroka komkujiya li ser gelên Ermen, Aşûr, Suriyan û Kurdan li ber çava ne. Dîsa tê xwestin ku komkujiyên di dîrokê de bên dubarekirin. Lê divê em wekî gelê Kurd her dem li ser piya bin û destûrê nedin ku komkujiyên nû bên dubarekirin."DÎMEN HEYE   *Li girtîgehan pirsgirêk di asta herî jor de tên jiyîn û  lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Endama MYK’ê ya ÎHD'ê  Nuray Çevîrmen da zanîn ku der barê derbkirin, îşkence û berbi întîxarê birin ve lêpirsîn nayê meşandin û di çapemeniyê de jî cih nadinê. Nurayê got ev rewş nikare ji nedîtîve bê dîtin.   *Endama Lijneya Rêveber Hatîce Oncu diyar kir ku ji bo zimanên li ber tunebûnê, di nav gel de belav bikin MEDÎ-DER ava kirine û wiha got: “Ji bo em li ser zimanê Suryanî, Kirmanckî û her wekî din yên di bin pergalê de mane, xebatan bimeşînin û ji nû ve derxin holê me ev komele vekir. Xebatên me jî wê di vê çarçoveyê de pêk bên.”DÎMEN HEYE   *Girtiyê bi navê Nîmet Degiş ê 27 sal e di girtîgehê de ku temenê wî 62 ye, ji aliyê berpirsyarên zindanê ve rastî şidetê hat. Sultan Daniş got; “Girtîyên siyasî ên ku tînin zindanê teqez di îşkenceyê re derbaz dikin.”DÎMEN HEYE