Malbatên çûn serdana goristanên xizmên xwe bang kirin 2019-08-11 16:18:57   STENBOL - Bi boneya Cejna Qurbanê malbatên çûn serdana goristanên xizmên xwe anîn ziman ku rengê êşê heman e û ji dayikên leşkeran gotin:"Ji bo ev pevçûna bi dawî bibe em bên gel hevdu".   Bi minasebeta Cejna Qurbanê dayikên ku zarokên wan di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn gor û goristan ziyaret kirin. Malbatan li pêş Cemxaneya li ber goristana Gazî ya li taxa navçeyên Sultangazî kom bûn û di bin dorpêça polîsan de meşiyan goristanê. Dayik û malbatên di bin dorpêça polîsan de meşiyan Goristana Gazî li vir dua kirin û daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.     Li goristanê li ser navê dayikan Berdevkê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER) Faruk Kaya daxuyanî xwend. Kaya, anî ziman ku li vî welatî 40 salin şer heye û ji ber şer mirov jiyana xwe ji dest didin û qiha got: "Yên xizmên xwe winda kirine şer naxwazin. Dijberî vê yekê aşitê dixwazin. Rengê hêsirê çavê her kesî yek e. Rengê hêsiran tune ye. Divê êdî nerîna her kesî ya li Kurdan bê guhertin û kes kurdan nezan nebîne."    Hevseroka HDP'a ya Sultangazî Zubeyde Înce  jî anî ziman ku li vî welatî her dem zilm, kuştin û êş hneye û wiha got: "Em bi salan in dibêjin êdî bes e. Em dibêjin ma hêj wê çend mirov bên kuştin. Em her dem mirovên ciwan dixin bin axê. Fêdeya vê yekê li kê heye. Em dibêjin bila êdî li vî welatî şer tune be û mirov bes bên kuştin. Em çima ji vê yekê re nabêjin raweste. Heta em dayik nebin yek û li hev kom nebin ev şer ranaweste. Divê em dayik destê xwe bidin hev. Heta ku ev şer raneweste pirsgirêkên din jî çareser nabin."