Li Bajarên Rojava serdana gorên berxwedêran hat kirin 2019-08-11 12:08:21   QAMIŞLO / HELEB/KOBANÊ/ŞEHBA - Bi boneya cejna qurbanê malbatên berxwedêran li Qamişlo, Heleb, Kobanê, Şehba û Dêrikê çûn ser goristana  berxwedêran.   Bi armanca cejna qurbanê li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo, Kobanê, Dêrîk, Heleb û Şehbayê malbatên berxwedêran ji serê seherê çûn serdana cangoriyên azadiyê.   Li Qamişloyê Malbatên Şehîdan çûn serdana goristanan   Bi sedan welatî û malbatên şehîdan yên bajarê Qamişloyê di sibeha cejina qurbanê de seredana goristanên berxwedêran kirin.   Bi giştî şêniyên ku li Bakur û Rojhilate Sûriyeyê dijîn, wek adet û rêzgirtinek ji kesên ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kirine, bi boneya cejna qurbanê, di saetên sehara sibehê de destpekê serdana têkoşerên xwe dikin û cejna wan pîroz dikin. Di serê sibehê de bi kulîlk û şekiran şêniyan berê xwe dan Goristana Delîl Soraxan.    Li Helebê malbatên têkoşeran serdana goristanê kirin   Bi boneya cejna qurbanê gelê taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê berê xwe dan goristana têkoşerên azadiyê.   Gel ji  avahiya Saziya Malbata Şehîdan kom bûn û berê xwe dan goristana şehîdên Helebê û bi deqeyekê rêz girtin ji bo pekrewanên azadiyê. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şêhîdan Suad Hesen axivî û wiha got: "Em cejna qurbanê li Rêber Apo û têkoşerên azadiyê pîroz dikin. Hêviya me ew e ev cejn bibe sala serkeftinê li dijî dagirkeriyê. Bi saya têkoşerên azadiyê em gihaştîn vê rojê û jiyana me bi rengekî azad ew ê bixemile. Em soz didin cangoriyên azadiyê da ku em bigihêjin serkeftinê û bi Rêberê xwe re azad bijîn."   Her wiha malbatên têkoşerên azadiyê serdana goristanan kirin.   Gelê Kobanê cejna têkoşerên xwe pîroz kirin   Bi boneya cejna qurbanê gelê Kobanê li goristana Şehîd Dîcle û herdû goristanên komkujiya 25’ê Hezîranê  têkoşer û zarokên xwe bi bîr anîn.    Gelê Kobanê piştî nimêja siharê berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle û bi şehîdên xwe re dest bi pîrozkiria cejnê kirin. Li ser goran destpêkê wacibên olî hatin pêkanîn. Şêranî li ser goran hat belavkirin û piştre  gel berê xwe dan goristanên şehîdên komkujiya ku di 25’ê Hezîrana 2015'an de li Kobanê çêbibû û di encamê de hejmareke mezin welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Li herdû goristanên din jî şehîd hatin bîranîn wacibên olî hatin pêkanîn û şêranî hat belavkirin. Piştî bi bîranîna pakrewanan gel cejn li hev pîroz kirin.    Li Dêrîkê malbatên têkoşerên azadiyê serdana goristanan kirin   Bi boneya cejna qurbanê gelê Dêrîkê serdana goristana têkoşerên azadiyê kirin.   Bi boneya cejna qurbanê li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê malbat serdana goristanan kirin û cejna xwe bi têkoşerên azadiyê re pîroz kirin. Destpêkê konvoyek ji aliyê Malbatên Şehîdan ve hemû gel pêşwazî kirin û şêranî belav kirin. Piştî çûn ser gora zarokên xwe gel cejna hev jî pîroz kirin.   Gelê Efrîn û Şehbayê cejna xwe bi pakrewanên azadiyê re pîroz kirin   Bi boneya hatina cejna qurbanê bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê serdana goristana Berxwedana Serdemê ya Pakrewanên azadiyê kirin û cejna xwe bi têkoşerên azadiyê re pîroz kirin.   Serê sibehê bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan goristana Berxwedana Serdemê ya cangoriyên azadiyê ji bo pîrozkirina cejnê.   Serdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bavê Şehîd Şîlan Hesen Îso, li ser navê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: "Em gelê berxwedêr in gelê ku ser fikira Netewa Demokratîk jiyana xwe didomîne, gelê kurd  serê xwe li dijî desthiladariyê hildide û teslîmkariyê qebûl nake, em ne şer û ne kiryaran dixwazin, em dixwazin bi aramî aloziya Sûriyeyê û bi taybet a Efrînê çareser bikin. Nîşana me wê her tim aşitî û aramî be."