Ji bo berxwedêrên azadiyê li Rojava find hat vêxistin 2019-08-11 09:13:06   QAMIŞLO - Bi boneya Cejna Qurbanê li seranserê Rojavayê Kurdistanê ji bo berxwedêrên azadiyê find hat vêxistin.   Bi armanca Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê Li bajarê Qamişlo, Şehba û Dêrîkê,  bi şev find hatin vêxistin.   Li Qamişloyê ji bo cejnê li goristanan find hat vêxistin   Bi boneya cejna qurbanê malbatên têkoşerên azadiyê find li ser goristana zarokên xwe vêxistin.   Îro bi boneya cejna qurbanê malbatên têkoşerên azadiyê berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Sarûxan ya bajarê Qamişloyê û find li ser goristana têkoşerên azadiyê danîn.    Li Dêrîkê find hat pêxistin   Bi armanca cejna qurbanê li bajarê Dêrîkê malbatên cangoriyên azadiyê li ser goristana zarokên xwe find pêxistin.   Li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê bi hatina cejna qurbanê bi sedan malbatê têkoşerên azadiyê li ser goristana Şehît Xebat zarokên xwe bi pêxistina findê bi bîr anîn.   Li Şehbayê Zarokên têkoşerên azadiyê bi daxuyaniyekê cejina qurbanê pîroz kirin   Bi boneya hatina cejina qurbanê, zarokên pakrewanên azadiyê li ser goristana pakrewanan a Berxwedanê Serdemê ya navçeya Ehres find pêxistin û daxuyanî dan.   Zarokên pakrewanên azadiyê bi munesebeta hatina cejna qurbanê li goristana cangoriyên azadiyê ya Berxwedana Serdemê daxuyaniyek dan. Bi beşdarbûna hemû malbetên berxwedêran, zarokên pakrewanan, sazî û meclîsên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyanî hat dayîn.   Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre daxuyanî bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin. Daxuyanî ji aliya keça berxwedêr Emîne Bekîr ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Bi boneya hatina cejina qurbanê, bi rêzdarî û hurmet em şehîdên xwe bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin û Rêberê me Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Cejina qurbanê li hemû Netewa Demokratîk, di nava herêmên Rêveberiya Xweser û gelên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê bexwedanê dikin pîroz be.   Em weke zarokên Şehîdan di nava du salên dawî de, çar cejin derbas bûn û em dûrî goristanên Bav û Şehîdên xwe ne, em silavên xwe ji hersê goristanên Seydo, Refîq û Avesta yên ku bi hezaran gorên têkoşerên me hembêz kirine dişînin.   Pakrewanên me bi xwîna xwe axa pîroz av dan û giyana xwe fedayî heqîqetê û kerametê kirin, bi şehadeta xwe bûn pêşeng û mînak ji me re. Em weke zarokên têkoşerên azadiyê soza me tohildan e. Em soz didin şehîdên xwe em ê rêya wan bişopînin û li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan Efrînê azad bikin û xwesteka şehîdan jiyanek azad demokratîk komînal pêk bînin.   Em li dijî êrîşan bêdeng namînin, ji bo parastina nirxên xwe em amade ne canê xwe feda bikin.   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Rêberê têkoşîna me ne" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû. Paşê ji aliyê gel ve find li ser goristana pakrewanan hat vêxistin.