'Ji bo aştiyê rêya demokrasiyê lazim e' 2019-08-11 09:02:46   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Hevseroka Navçeya Serêkaniyê Fadiya Ibrahîm a piştigiriyê dide çalakiya konê mertalên zindî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku dibêje di hefteyekê de ez dikarim krîza Tirkiyeyê çareser bikim, nirxand.    Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk, konê mertalê zindî ku bi pêşengtiya Kongreya Star hatiye destpêkirin dewam dike. Derbarê peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû, Hevseroka Navçeya Serêkaniyê Fadiya Ibrahîm a ku di heman demê de piştgiriyê dide çalakiya konê mertalên zindî, nirxandin kir. Fadiyayê got:"Ji bo aştiyê rêya demokrasiyê lazim e. Loma divê gotin û fikrên Rêber Apo esas bên girtin. Divê daxwazên gelê Kurd ji ber çavan derbas bibe."   'Kesên desthilatdar naxwazin aştî pêk bê'   Fadiyayê diyar kir ku ramanê azad ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di mejiyê her zindiyekê de hatiye rûniştandin û wiha got: "Dewleta tirk xweş dizane eger Rêber Ocalan ji zindanê derkeve, dê krîz û kaosa heyî çareser bike, lê eger Rêber Ocalan were berdan û çareserî pêk hat wê demê projeya wî a temamkirina împratoriya osmaniyan, têk diçe û çi herêmê hatine dagirkirin dê vegere ji xwediyê wê re. Gel azad û di aramiyê de wê bijî. Loma kesên desthilatdar naxwazin aştî pêk bê."   'Ji bo aştiyê rêya demokrasiyê lazim e'   Fadiyayê wiha dewam kir:"Erdogan bi binketina aborî û siyaseta  xwe ve ber bi dawiyê ve diçe. Ji ber ku siyasetek baş nake loma ew ê têk biçe. Divê Rêber Apo azad bibe. Çimkî azadiya Rêber Ocalan wê ji hemû pirsgirêk û krîza aborî, çandî û şerê heyî re bibe bersiv. Erdogan divê siyaset û rewşa Tirkiyê dîsa berçavan re derbas bike û perspektîvên Rêber Abdula Ocalan bixwîne, ji ber ku Rêber Ocalan riya aştiyê dide diyarkirin. Ji cîhan û gel êdî ji şer û pevçûnan xilas bibe divê dewleta tirk, perpektîfên Rêber Ocalan pêk bîne û baş bixwîne. Ji bo aştiyê rêya demokrasiyê lazim e. Rêber Apo rêya demokrasiyê nîşan dide."   'Ji bo jiyanek azad divê hemû gel bibin yek'    Fadiyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiye tena serê xwe nikare xaka dewleteke din dagir bike ango qetliyaman derheqê gelê wir de pêk bîne. Loma divê Civaka Navdewletî û Emerîka jî li dijî vê dagirkeriyê derkeve. Yan na dê bê vê wateyê ku ew jî naxwazin aştî pêk were. Ji bo aştiyek mayinde ya li cîhanê divê hemû gelên li cîhanê xwedî li hevdu derkevin. Ji bo jiyanek azad divê hemû gel bibin yek."