Dayikên Şemiyê: Bila rayedar li gor hiqûqê tev bigerin 2019-08-10 15:13:08   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 750'î de li Qada Galatasarayê kom bûn û ji bo nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Bedlisê Ferhat Tepe yê 26 sal berê hat revandin û kuştin edalet xwestin. Rojnameger Huseyîn Aykol jî ji Girtîgeha Sîncanê name ji dayikan re şand got: "Me ew ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin."    Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 750’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan Dayikan li kolana pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayik dîsa li kolanê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikên Şemiyê dîsa tîşortên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin, wêneyên windayan rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ji tev li çalakiyê bû û piştgirî da dayikan.  Dayikan vê hefteyê xwestin kujerê Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993'an de hat revandin û piştre hat kuştin bê darizandin.    Vê hefteyê Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren Yazici daxuyani xwend.    Îkbal Eren, anî ziman ku çalakiya hefteya 750’an di arifeya cenjê de li dar dixin û wiha got: "Ferhat Tepe ji bo gel rast agahdar bike û nerînên cuda bi raya giştî re parve bike rojnamegerî dikir. Di ser kuştina Ferhat Tepe re 26 sal derbas bûn. Ji bo bîranina wî em ve hefteyê li hev kom bûne. Li Tirkiye ev rêbaza kuştinê li dijî azadiya ramanê û îfadeyê ye. Azadiya çapeeniyê hatiye îhlalkirin. Herî dawî li ser nivisa Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Dadgeha Sulh Ceza 136 navnîşanên internetê asteng kirin. Vê carê azadiya ramanê û çapemeniyê bi destê darazê hat îhlalkirin. Ferhat Tepe nuçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlisê bû. Di taritîya salên 90’an ku li herêmê rojnamegerî kir û tarî ronî dikir. Tepe di 28'ê Tîrmeha 1993'an de li navenda bajarê Bedlisê ji aliyê 3 kesên sivîl ên bi çek ve hat revandin. Piştî Ferhat revandrin, Bi telefonê li bavê Ferhat ku wê demê Serokê DEP'ê yê Bedlisê bû Îshak Tepe geriyan û li hemberî kurê wî xwestin rêxistina DEP'ê ya Bedlise bigirin û pere xwestin. Îshak Tepe diyar kir ku dengê telefonê dişibiya Fermandarê 6'emîn Tugaya Zirxî ya Tetwanê Korkmaz Tagma. "    Îkbal Eren, ani ziman ku malbatê serî li hemû rayedarên polîs, esker û walîtiya herême da lê encam negirtin. Yazici, dra zanin ku Ferhat pişti rastî îşkenceya giran hat 13 roj şûnde cenazeyê wî li tenişta Gola Hazarê hat dîtin.    Îkbal Eren, bi lêv kir ku Nûnerê ÎHD'ê Şevket Epozdemir ku doza Ferhat Tepe dişopand, jî piştre hat revandin û kuştin û wiha got: "Bavê Ferhat Îshak Tepe ji ber der barê revandina kurê xwe de agahî da rastî gefan hat. DMME piştre Tirkiye mahkum kir. 2 kesên li DMME'ê şahidî kir, piştre ji ber gef û zextan îfadeyên xwe paşve kişandin. Wê demê hikûmetê destûr neda ku Fermandar Korkmaz Tagma îfade bide. Herî dawî di 9'ê Adara 2003'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo kuştina Ferhat Tepe Tirkiye mahkum kir."    Îkbal Eren, herî dawî anî ziman ku 50 hefte ye destûr nadin ku li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin, lê ewê heta dawî di Qada Galatasarayêde israr bikin."    Dayika Ferhat Tepe Zubeyde Tepe jî anî ziman ku dema kurê wê revandin 19 salî bû û wiha got: "Roja kurê min revandin, me serî li hemû sazî û rayedarên dewletê dan. Lê tu tişt nekirin û kurê min kuştin. Der barê bersûcê kurê min Korkmaz Tagma de tu lêpirsin venekirin. Em wekî dayikên Şemiyê dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Em ê di qada Galatasarayê de heta dawî bi israr bin. Emê biçin li wir rûnên."   Vê hefteyê Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol jî ji Girtîgeha Sîncanê name ji dayikan re şand û got: "Me ew ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin."    Serokê Basin Îş'ê yê DİSK'ê Faruk Eren jî anî ziman ku rojnamegeran di vê rêyê de gelek bedel dane û didin û wiha got: "Di ser kuştina Tepe re 26 sal derbas bûn. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê qetil bikin. Huseyin Akyol di 70 saliya xwe de girtî ye. 150 rojnameger girtî ne. Tevî hemû tiştan rojnamegerî li ber xwe dide."