Çalakiya konê Kongreya Civata Îslama Demokratîk bi dawî bû 2019-08-10 11:50:28   QAMIŞLO - Çalakiya konê Kongoreya Civata Islama Demokratîk bi daxuyaniyekê çapemenî, bi dawî bû.   Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li  ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongoreya Civata Islama Demokratîk bi daxuyaniyek çapemenîyê bi dawî bû. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka kongreya Civata Islama Demokratîk Delal Xelîl hate xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   "Di meha pîroz de meha zû El-Hice û di van deh rojên pîroz de, em gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê sûriyê şermezar dikin. Hemû netewên ku li Sûriyeyê dijîn parastina wê dikin û hevbeşiyek di navbera wan de heye ji her aliyê ve, bi yek destî giştî terorîst di serî de DAIŞ têk birin. Bi giştî netewan parçeyek ji canê  xwe dan da ku ewlehiyê û aşîtiyê li ser vê axa pîroz bidin avakirin. Daxwaziya me ji hikûmeta sûriyeyê ku li himberî dewleta Tirk xwedî li erka xwe derkeve. Her wiha ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîqaş û tevger dest pê bike."    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî aştî û azadî" bi dawî bû.