Hevparên TJA'yê ji jinên siyasetmedar ên girtî re kart şandin 2019-08-09 12:45:06   ŞIRNEX - Hevparên TJA'yê yên Şirnexê bi minasebeta Cejna Kurbanê kartên cejnê ji jinên siyasetmedar ên girtî re şandin.    Hevparên Tevgera Jinên azad (TJA) li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minasebata  Cejna Kurbanê, ji bo jinên girtî yên siyasetmedar kart şandin.  Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, hevşaredarên jin û gelek aktîvîstên TJA li Postexaneya Cizîrê (Şaxa PTT) kart şandin. Jinan beriya kartan bişînin daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de Nuran Îmr axivî û ev tişt got: "Divê jin li dijî bêhiqûqiya li ser civakê û bê edaletiyê rabin ser piyan. Divê em li dijî tecrîd û faşîzmê rabin ser piyan."   Piştî daxuyaniyê jinan kartên amade kirin şandin.