Ayşe Acar Başaran: Li Tirkiyeyê propagandaya Aştiyê sûc e! 2019-08-09 10:55:59   ŞIRNEX - Parlamentera DHP'ê Ayşe Acar Başaran ku bi minaseta girtina 4 xebatkarên tendirustiyê çû serdana saziyên tendirustiyê, diyar kir ku di hiqûqa naveteweyî de propagandaya şer û li Tikriyeyê jî propagadaya aştiyê sûc tê dîtin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acara Başaran û Nuran Îmîr jî di nav de heyetek bi minasebta binçavkirina 4 endamên tendirustiyê ku ji ber çûn serdana zarokê 10 salî hatin girtin serdana saziyên tendirûstiyê kir. Ayşe û heyeta pê re di çarçoveya vê serdanê de Odeya Tabîban a Şirnexê, SES û  Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEV) ziyaret kirin.   'Karê me parastina jiyanê ye'   Di dema serdana ku aht kirin de Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Serdana Kunî axivî. Serdar diyar kir ku girtina hevalên wan nayê qebûlkirin û ev tişt got: "Karê me parastina jiyanê ye. Bêyî ku em cudahiyê bikin navbera kes, gel û baweriyan em her kesî muayene dikin."    Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku di hiqûqa naveteweyî de propagandaya şer û li Tikriyeyê jî propagadaya aştiyê sûc tê dîtin. "