'Em çareseriyê dixwazin' 2019-08-09 10:37:00   HESEKÊ - Li konê Çalakiya mertalê zindî  ku li Navçeya Serêkaniyê hate vedan, daxuyaniyek devkî hate dayîn.    Duh bi pêşengtiya Kongreya Star li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, li Beldeya Til Helef a Navçeya Serêkaniyê, hatibû vedan, ji aliyê Hevserokên PYD û Kantona Hesekê ve daxuyaniyek devkî hate dayîn.    'Dixwazin vê roja azadiyê veguherînin tarîtî û koletiyê'    Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sebah Osman axivî  û wiha got:"Şerê ku ev 8 sal zêdetir li Sûriyê diqewime, her ku diçe gurtir dibe. Sûriyê hate talankirin û rûxandin. Hêzên ku derbasî Sûriyê bûn, armanca wan ne çareseriya kirîzê bû, pêkanîn û xwebicihkirinê bû. Dewleta Tirk îro temsîla zaroka xwe ango DAIŞ'ê dike. Êrîş û gefên ku îro li dijî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, armanca wê ew e ku Dewleta Tirk û hin hevkarên wê kirîza xwe ya hundirîn, derbasî Sûriyê bike û projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP'ê dixwaze vê roja azadiyê veguherînîn tarîtî û koletiyê. Lewra em wekî gelê herêmê bi hemû netewên xwe, xwe dikin mertal û li ser sînor disekinin. Erdogan bi hinceta ku xeterî li ser ewlekariya wî ya hundirîn heye dixwazin bi Herêma Ewle Bakurê Sûriyê dagir bike."   'Em çareseriyê dixwazin'   Hevserokê Kantona Hesekê Ebdil Xenî Osê jî wiha got:"Şerê Tirkiyê ne tiştekî pir nû ye 500 sal zêdetir heye û heya niha jî dewam dike. Piştî ewqas qetîlam ên li ser Gelê Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan de Dewletek ku maf û îradeya tu netewî napejirîne, hat avakirin. Erdogan temsîla osmaniya berê dike. Pilanê Erdogan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezintir e. Em parçebûnê naxwazin, em jî parçeyek ji xaka Sûriyê ne, lê Erdogan bi hîncetekê dixwaze derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û pilanên xwe yê dagirkerî berfireh bike hember bêdengiyeke navdewletî. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rol û misyona xwe û îradeya xwe di Netewa Demokratîk dibînin û wê diparêzin jî. Lewra gelê ku ronahî dîtiye gaveke şûnde navêje."   Çalakiya konê mertalê zindî dewam dike.