'Em ê xaka Kurdistanê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin' 2019-08-09 09:20:49   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên ku tevlî meşa Yekîtiya Jinên Ciwan a ji bo nerazîbûna xwe li hember êrîşên dewleta tirk  nîşan bidin, axivîn û gotin: "Êrîşên ser Başûrê Kurdistanê êrîşên ser me ye, em ê xaka Kurdistanê rizgar bikin, dagirkeriyê têk bibin."   Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrîn û Şehbayê meşek meşalehî bi dirûşmeya "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Xakûrkê û Kurdistanê serî hildin" Li Navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Her tim me serî li hember dagirkeriyê hildaye'   Hevseroka Yekîtiya Werzîşê û Endama Komîteya çalakiyan Evîn Bîlal ser meşê axivî û wiha got: "Weke jinên ciwan ên Herêma Efrînê tu carî em serî ji dijmin re natewînin û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê her tim serî li hember dijmin û dagirkeriyê hildin.”   'Em ê her û her li ser piyan bin'   Rêveberiya Jinên Ciwan a Navçeya Şêrewa Arîn Osman êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Em jinên ciwan bi meşekê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser Çiyayên Kurdistanê meşiyan. Em li dijî dagirkeriya xaka Kurdistanê ne û çi ji me were xwestin em amade ne. Em êrîş û gefên dewleta Tirk şermezar dikin û kes nikare xaka me ji dest me bigire.”   'Em soz didin têkoşerên azadiyê ku armanca wan pêk bînin'   Ofê Muhemed axivî û got: "Em weke zarokên têkoşerên azadiyê her tim li ser şopa pakrewanên xwe bimeşin. Em dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê qebûl nakin. Efrîn wê bi îrade û hêza zarokên têkoşerên azadiyê vegere. Em soz didin hemû pakrewanên xwe ku tu carî em ranawestin heya armanca wan pêk bînin.”   'Efrîn tu carî nabe ya dijmin'   Hêvîn Kurkûjî jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Weke ciwanên şoreşger em ê li ser şopa heqiqetê bimeşin. Em ê dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin. Efrîn a malbetê şehîdan e tu carî nabe ya dijmin."