Rewşa Avşîna biçûk giran dibe: Nikare xwarinê bixwe 2019-08-09 09:09:22   MÊRDÎN - Pitika bi navê Avşîn ku ji ber 6 sal û 7 meh ceza li dayika wê hat birîn, 9 meh e bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne û ji welîdînê jî nexweşiya wê ya hemanjîom (tumorê damarê) heye. Hat hînbûn ku rewşa Avşînê hatiye astek krîtîk.   Avşîn ya ku ji ber dermankirina wê nayê kirin, dermanên wê jî nayên girtin, hat destnîşan kirin ku birînên ruyê wê heta qirika wê pêş ketine û Avşînê ji ber vê nikare xwarinê jî bixwe.   Hulya Usanmaz ya li navçeya Artuklu ya Mêrdînê dijî bi îdiya ‘endama rêxistinê ye’ hat darizandin û rastî 6 sal û 7 meh ceza hat. Hulya sala borî di meha Kanûnê de hat girtin û serokatiya HDP’a Artukluyê dkir. Hulya dayika 3 zarokan bû û ew şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û neçar ma keça xwe Avşînê jî bigire cem xwe. Avşîn ji welîdînê nexweşiya wê ya hemanjîom (tumorê damarê) hebû. Lê li girtîgehê ji ber bi rêk û pêk nehat dermankirin, dermanên wê nehatin dayîn nexweşî pêş ket û tê gotin ku niha rewşa wê hatiye asteke krîtîk.   Sê meh in dermanên wê nayên dayîn   Avşîn 9 mehe bi dayika xwe re girtiye û berê jî serlêdanên hatibûn kirin bê encam man. Divê 3 mehan carê ji bo dermankirinê biçûna Edenê û bi dermanên ji Ewropayê dihatin dihat dermanirin. Tevî derman hatin jiyîn jî ji ber girtîgehê roj nedidît û hewa nedigirt, di dermankirinê de pêşketinek çênebû û hat hînbûn sê mehe dermanan bikar nayne. Nexweşxanê bi hinceta ‘dermankirin bi rêk û pêk nayê kirin’ derman birî û birînên ruyê Avşînê heta devê wê pêş ketiye.   ‘Keça min êdî nikare xwarinê bixwe’   Bavê wê Mehmet Emîn Usanmaz ku duh çû hevdîtinê diyar kir ku birînên devê Avşînê heta qirika wê pêş ketine û got: “Di hevdîtinê de bê navber giriya. Devê wê de birîn çêbibûn. Her diçe ev birîn zêde dibin. Ji ber vê xwarinê naxwe. Keça min pir kîlo daye. Bila êdî ji bo wê tiştek bê kirin. Doktor got tiştek em bikin tune. Ancax dermanên wê bên dikare tiştek bê kirin. Doktorê wê yê Edenê jî got divê her tim bê kontrolê an jî li girtîgehê rehet nabe. Hîna ku rewş pir xerab nebûye divê tiştek bê kirin.”   Mehmet Emîn bi lêv kir ku bûyer berê biriye meclîsê û piştre wezareta dadê der barê rewşê de ji girtîgehê agahî xwestiye. Mehmet Emîn got niha ew digerin lê dibêjin ‘raporek wisa bi me re tune, agahî tune’ û got hemû serlêndanê me bi parêzeran kirine jî bê encam mane.