‘Me cudahiyên xwe veguhertin dewlemendiyê’ 2019-08-09 09:08:14   STENBOL - Rêxistina Jinan a Piştevaniya Mor, piştî têkoşîn û rêxistinbûna 4 salan şûnde, Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor vekir. Gamze Gok xebat û hedefên xwe yên 4 salan vegotin: “Îdiaya me ya ku em cudahiyên xwe veguherînin dewlemeniyê hebû. Me ev pêk anî.”   Rêxistina Jinan a Piştevaniya Mor, 4 sal bû li taxan û li navçeyan xebatên rêxistibûnê dimeşandin, di encama xebatên xwe de Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor li Beşîktaşê vekirin. Gamze Gok da zanîn ku pêngavên yekem yên Piştevaniya Mor, di 2015’an de li Mersînê bi kampek havînê avêtine û got bi hemû jinênTirkiyeyê re, bi dirûşma ku bi hev re têbikoşin derketine rê.   ‘Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de derket holê’   Gamzeyê got Piştevaniya Mor rêxistineke jinan ya ku bi taybet li taxan bi jinan re tên cem hev e û got: “Em li malan, li kargeriyan, li atolyeyan bi jinan re hatin cem hev. Em li taxan hatin cem hev. Me taştê amade kirin. Me kisir çêkir û em ligel hev runiştin. Me rewşa xwe nîqaş kir. Em di encama polîtîkayên AKP’ê yên 17 salî de hatin cem hev. Di pêvajoyek wisa de derketina rê ya Piştevaniya Mor gelek girîng bû.”   ‘Şîdet hîna jî zêde dibe’   Gamzeyê bi lêv kir ku bi jinên ji baweriyên cuda yên têkoşîna jinan didin re hatine cem hev û got ev dewlemendiyek e û wiha pê de çû: “Di encama ku ev dewlemendî veguhere hêza rêxistinbûnê Piştevaniya Mor derket holê. Jin di 8’ê Adaran de, di 25’ê Mijdar û dema êrîşek çêdibû derdiketin kolanan. Lê dema em dinêrin hîna şîdet didome. Em dibêjin ‘hewcedarî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye’ û em van xebatan pêk tînin.”   ‘Em ê tecrubeyên xwe bi awayekî sîstematîk bikin jiyanê’   Gamzeyê destnîşan kir ku Piştevaniya Mor hedef dike ku jin mekanîzmaya xwe ya biryarê ava bikin û der barê vê hedefê de wiha got: “Em hewl didin bi meclîsên jinan, komîteyan van mekanîzmayên biryarê ava bikin. Em di wan meclîs û komîteyan de nîqaşên ‘em ê çi bikin’ dimeşînin. Em vê girîng dibînin. Di pêvajoya 4 salan de me hewl da em vê pêk bînin. Em ê tecrubeyên xwe bi awayekî sîstematîk bikin jiyanê.”   ‘Me hedefa xwe pêk anî’   Gamzeyê bi lêv kir ku jinên li taxan ji wan zêdetir bi tecrube ne û got: “Gelek jinî şîdeta mêr dîtibû. Şîdeta hestiyarî em hemû dijîn. Jinên bi darê zorê zewiacandibûn hebûn. Yên di temenê biçûk de hatibûn zewicandin hebûn. Em bi hemûyan re hatin cem hev. Lê me bêguman pêşengiya vê kir. Gelek jin dixwazin civakî bibin. Me civakîbûn bi perspektîfa têkoşîna jinê danî holê. Rojên pêncşeman fîlm dihatin temaşekirin û li ser sohbet dihatin kirin. îdiaya me ya ku em bi cudahiyên xwe veguherin dewlemendiyê heye. Me di dawiya 4 salan de ev îdiya xwe pêk anî û me navenda xwe ya jinê vekir. 11 komîsyonên me hene. Komîsyonên hiqû, şêwirmendiya psîkolojîk hene. Komîsyona çapemeniyê heye. Komîsyona wergerê heye. Em hedef dikin ku vê navendê bikin navenda çareseriya pisgirêkan.”