'Tecrîd aloziyek li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê ye' 2019-08-09 09:02:43   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Saziya Rewşenbîr a Kantona Hesekê Efaf Hiskê  derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî. Efafê diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan çareserkirina aloziya Sûriyeyê asteng dike û got:"Pêkanîna tecrîdê dijminatiya li dijî mirovatiyê ye. Tecrîd rê li demokratîkbûyinê digire."   Dewleta Tirk tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferz kiriye. Bi çalakiya greva birçîbûnê re parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çûn Îmraliyê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiribû ku pêkhatina çend hevdîtinan nayê wateya ku tecrîd ji holê hatiye rakirin. Têkîldarî vê mijarê Endama Saziya Rewşenbîran Efaf Hiskê axivî.   'Tecrîd aloziyek li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê ye'   Endama Saziya Rewşenbîran Efaf Hiskê teqez kir ku berdewama Tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewama şer ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: "Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe bi Ocalan re dide û distîne, dema rewşa Tirkiyê ya Siyasî û Civakî xirab dibe, hevdîtin bi Ocalan re serbest dike û li ber çav e ku dema hilbijartinê hişt ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Qedexekirina hevdîtinên bi Îmralîyê re bi xwe aloziyek li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye."    'Abdullah Ocalan her rê ji çareseriyê re vekiriye'   Efafê  balkişand ser çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: "Berdewema Tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên parêzer û hiqûqnasan bi Ocalan re, çareseriya aloziya Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilata Navîn asteng dike. Em bawer in ku çareseriya van aloziyan Ocalan e. Abdullah Ocalan her rê ji çareseriyê re vekiriye."   'Armanc qirkirina gelê Kurd e'   Efafê bal kişand ser armanca dewleta Tirk û wiha dewam kir: "Felsefeya Ocalan û serkeftinên ku di riya têkoşîna wî de hat bidestxistin, hişt ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî qonaxa avakirin û ewlehiyê bibe, lê dewleta Tirk niha dibêje ku dixwaze navçeyek bi ewle li ser sînor ava bike, lê armanc ne ew e, armanca Tirkiyeyê qirkirina gelê Kurd û binketina pergala Netewa demokratîk e. Em navçeya bi ewle ji aliyê dewleta Tirk a dagirker qebûl nakin û hember ev gef û kiryarên tên meşandin em ê li ber xwe bidin û dev ji fikir û felsefeya Ocalan bernadin. Ez bang li tevahî aliyên hiqûqî, mirovî dikim ku bi erkê xwe ve rabin û bi lez tecrîdê bi dawî bikin."